ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Sekinîna li hemberî DAIŞperwerîyê mijara sereke ya şerê dijî têrorîsmê ye

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Komara Islamî ya Îranê sekinîna li hemberî perwerdekirina DAIŞ`ê li navçeyê ji mijarên sereke li têkoşîna hemberî têrorîsmê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Komara Islamî ya Îranê, Elî Şemxanî roja duşemiyê, 25`ê Tîrmeha 2016`an, li hevdîtina ligel Nasirxan Cencûa, rawêjakrê ewlehiya neteweyî yê serokwezîrê Pakistanê li Têhranê got: Sekinîna li hemberî ramana pêkînera DAIŞ`ê mijara herî sereke û jêrbinayî ya têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye û bêyî wê tu welatek çi li nacvçeyê û çi li Ewropayê dê ewleh nebe.

Şemxanî tevî pêgiriya li ser pêwsîtiya parastina ewlehiya mayînde li sînoran û cihanîna kiryarên hevpar li têkoşîna hemberî veguhestina madeyên hişber, qaçaxa mirovan û çekan û şerê dijî komên şerxwaz, her viha got: Îran dê rê nede hinek ji welatan bi şandina çekan û kirêgirtina têrorîstan ji bo pêkanîna nearamiyê li sînoran, peywendiya navbera her du welatan bixin bin bandorê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu