ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Stratêjiya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê gefeka cidî ya dijî aştiya cihanî ye

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, destnîşan kir: Stratêjiya ewlehiya neteweyî û doktorîna navokî ya Amerîkayê li dewra nû, gefeka cidî dijî aştiya cihanî û binpêkirina manîfêsta Rêxistina Neteweyên Yekkgirtî (NY) ye.

Elî Şemxanî, roja çarşemiyê li hevdîtina bi Sigrid Kaag (Sîgrîd Kag), wezîra karên derve ya Holendayê li Têhranê, bal kişand ser siyaseta Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ya li ser berfirehkirina çekên navokî û got: Pêwîst e hemî kiryarên pêşîlêgirtinê, bona bidawîhatina vê dîntiyê werin bikaranîn.

Şemxanî, bal kişand ser vê yekê ku DAIŞ, li rojavaya Asyayê, bi hevkariyên berfireh û hevahengiya di navbera Îran, Sûriye, Iraq û Rûsiyê de ji nav çû û herwiha got: Gelek şehedî hewldana bêrawestan a Amerîkayê ji bo vejiyandina komên terorîst li navçê û bakûra Afrîqayê nîşan didin û diyar e ku ev welata tu girrîngiyekê nade ewlehiya cîhanê.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku pêwîst e Yekîtiya Ewrûpayê (YE) mudaxileya qeyrana Yemenê bike û pêşiya kuştina bêrehmane ya xelkê vî welatî ji aliyê Erebistanê ve bigire û destnîşan kir: Bêdengiya li hember cinayetên Alê Siûd dijî jin û zarokên bêberevan ên yemenî, beşdarî û şirîkbûna li jînûsaydê û jinavbirina çavkanî û binavahiyên wê welatê hejar e.

Şemxanî, herwiha bal kişande ser kiryarên Amerîkayê yên li hember Lihevkirina Navokî û got: Binpêkirina Lihevkirina Navokî û şopandina pêvajoya zorbêjiyê ji aliyê Amerîkayê ve, bûye sedema nebawerî û bedbîniya berfire ya rayedarên welatên curbicur li nijyar û desthilatdarên Amerîkayê.

Sigrid Kaag (Sîgrîd Kag), wezîra karên derve ya Holendayê, jî li vê hevdîtinê qedrê serederiya çalak a Îranê li hember Lihevkirina Navokî û cihanîna berpirsane ya sozên wê kir û got: Divê hewl were dayîn ta ku sozdariya Amerîkayê li hember Lihevkirina Navokî, bi tamî serê xwe bigire û cih were.

Sigrid Kaag (Sîgrîd Kag), wezîra karên derve ya Holendayê, pesna rola Îranê ya sekinîna li hember terorîsmê û sûcên rêxistinkirî da û herwiha got: Holenda li dû berfirehkirina hevkariya hevpar û geşepêdana sermayedanîna li pişkên binavahiyê yên Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu