Şemxanî: Xwedê dijminên Îranê ji tixmê ehmeqan afirandiye
Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Işkestên berdewam ên nizama serdestîxwaz li hember Îranê nîşan dide ku wan xelkê û zirûfên nizama Îslamî ya Îranê bi şaş nas kirine û xwedê dijminên Îranê ji ehmeqan afirandiye.
Elî Şemxanî, Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li gotûbêja bi kanala nûçan a El-Alamê re bal kişand ser pirsgirêkên vê dawiyê li Îranê û got: Li qanûna bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, mafê liadrxistina kombûnan tam rewa ye û li çarçoveya qanûnê bê fermî hatiye naskirin.
Şemxanî piştgiriya ji Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji aloziyên vê dawiyê yên Îranê û berûvajî nîşanadyîna rastiyan, li van aloziyên biaramnc rexne kir û got: Dema gel mudaxila eşkere ya biayniyan ku bi armanca tolhildana ji qtidara navçeyî ya Îranê cih hat, bi çavê xwe dîtin, helwêst û rêzên xwe ji alozîçêkeran cida kirin û li hember wan sekinîn.
Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Lawazî an jinavbirina Komara Îslamî ya Îran, hêvî û xwezîkeke pûç e ku hin welat ji destpêka serketina inqilab dişopandin û bi caran işkest xwarin.
Şemxanî bal kişand ser vê yekê ku qanûna rewşa awarte li Îranê tine û diyar kir: Li 40 damezrîna nizama Komara Îslamî ya Îranê tevî hebaûna qeyranên giran li Îranê, ti carî rewşa awarte nehatiye raghandin.
Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Li Fransayê piştî teq û tiroqên komên tefîrî yên ku ji aliyê hin welatên navçê dihatin piştgirîkirin, rewşa aware hat raghandin lê li Tirkiyê hîn jî rewşa awarte berdewam e.
Şemxanî dsetnîşan kir: Li Îarnê piştî heftiyekê ku kombûnên nrazîbûnê ahtin liadrxistin, jiyana xelkê y normal didome heta li serdema nerazîbûnan jî jiyana normal ay xelkê berdewam bû. Îranê 80 milyon nifûsa wxe heye û kombûnên vê adwiyê pir kêm bûn.
Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê her wiah diyar kir: Emerîka û Rejîma Siyonîstî tevî xebitandina sermaya zav ji bo bêewlehkirina Îranê û cihanîna planên mîna sepandina şerê heştsalî, cihnaîna boykotên berfireh û pêkanîna hevalbendiyê ji bo ku Îranê bixin tecrîdê, bi ser neketin.
Şemxanî her wiha siyasetên welatên mîna Erebistana siûdî û Îmaratê tijî şaştiyên stratejîk û taktîkî da zanîn û dsetnîşan kir: Hilêxistina îdiayên pûç li dijî Îranê ji aliyê siûdiyan ji bo revîna ji dayîna besiva raya giştî ya cîhanê ji bo sê salan mirovkujî, jînosayd, erebkujî,zarokkujî, bombebarana bi şev û roj bi çekên qedexe û êrişa ser bazaran û merasima şahî û govendê li Yemenê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)