ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Xwedê dijminên Îranê ji tixmê ehmeqan afirandiye

Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Işkestên berdewam ên nizama serdestîxwaz li hember Îranê nîşan dide ku wan xelkê û zirûfên nizama Îslamî ya Îranê bi şaş nas kirine û xwedê dijminên Îranê ji ehmeqan afirandiye.

 Elî Şemxanî, Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li gotûbêja bi kanala  nûçan a El-Alamê re bal kişand ser pirsgirêkên  vê dawiyê li Îranê û got: Li qanûna bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, mafê liadrxistina kombûnan tam rewa ye  û li çarçoveya  qanûnê bê fermî hatiye naskirin.

Şemxanî piştgiriya  ji Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji aloziyên vê dawiyê yên Îranê û berûvajî nîşanadyîna  rastiyan, li van  aloziyên  biaramnc rexne kir û got: Dema gel  mudaxila  eşkere ya biayniyan  ku bi armanca  tolhildana  ji qtidara  navçeyî ya Îranê cih hat, bi çavê xwe dîtin, helwêst û  rêzên xwe ji alozîçêkeran cida kirin û  li hember wan sekinîn.

Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Lawazî an jinavbirina  Komara Îslamî ya Îran, hêvî û xwezîkeke pûç e ku hin welat ji destpêka  serketina  inqilab dişopandin û bi caran işkest xwarin.

Şemxanî bal kişand ser vê yekê ku qanûna rewşa awarte li Îranê tine û diyar kir: Li 40 damezrîna nizama  Komara Îslamî ya Îranê tevî  hebaûna  qeyranên  giran li Îranê, ti carî rewşa awarte nehatiye raghandin.

Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Li Fransayê piştî teq û tiroqên komên tefîrî yên ku ji aliyê hin welatên  navçê dihatin piştgirîkirin, rewşa aware hat raghandin lê li Tirkiyê hîn jî rewşa awarte berdewam e.

Şemxanî dsetnîşan kir: Li Îarnê piştî heftiyekê ku kombûnên nrazîbûnê ahtin liadrxistin, jiyana xelkê y normal didome heta li serdema nerazîbûnan jî jiyana  normal ay xelkê berdewam bû. Îranê 80 milyon nifûsa wxe heye û kombûnên  vê adwiyê pir kêm  bûn.

Sekereterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê her wiah diyar kir: Emerîka û Rejîma Siyonîstî tevî xebitandina sermaya  zav ji bo bêewlehkirina  Îranê û cihanîna  planên mîna  sepandina  şerê heştsalî, cihnaîna  boykotên berfireh û pêkanîna  hevalbendiyê ji bo ku Îranê bixin tecrîdê,  bi ser neketin.

Şemxanî her wiha siyasetên  welatên mîna  Erebistana siûdî û Îmaratê tijî şaştiyên  stratejîk û taktîkî da zanîn û dsetnîşan kir: Hilêxistina  îdiayên  pûç li dijî Îranê ji aliyê siûdiyan ji bo revîna ji  dayîna besiva  raya giştî ya cîhanê ji bo sê salan  mirovkujî, jînosayd, erebkujî,zarokkujî, bombebarana bi şev û roj bi çekên  qedexe û êrişa ser bazaran û merasima  şahî û govendê li Yemenê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu