NûçeRojhilatanavinSûriye

Senatorê amerîkî: Eger li Sûriyê hilbijartin hebe, Bişar Esed sedî 90`ê dengan bi dest dêxe

Senatorekî eyaleta Vîrcîniyayê got: Li ser esasa zanyariyên ku ji Sûriyê wergirtine, Bişar Esed serokoamrê hezkirî yê xelkê ye û eger hilbijartin li Sûriyê were lidarxistin, ew ê bi rejeya sedî 90`ê ji nû va were bijartin.

Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê Sputnik`ê, ,Rîçard Blek senatorê parêzgeha Vîrcîniyayê got: Li gorî zanyariyên ku me berhev kirine eger nihab li Sûriyê hilbijartinek were lidarxistin, Bişar Esedê serokoamrê vî welatî wê sedî 90`ê dengan bi dest xîne.

Blek ji Sputnik`ê ra gopt: `Min hin kes hene ku ji nêzik va bi wan ra kar kiriye û me zanyarî ji Sûriyê berhev kiirne. Xalên gellek balkêş li rapora ku min wergirtiye hene. Ez dixwazimn bêjim ku eger îro li Sûriyê hilbijartinek bikare were lidarxistin, birêz Bişar Esed renge bi rêjeya sedî 90`ê ya dengan, heta li navçeyên bin dagirkeriya komên têrorîst, ji nû va wek serokomar were biajrtin`.

Senator Blek di Nîsana 2016`an da bi xwe bi Esed ra hevdîtin pêk aniye.

Bilek her wiha got: Van zanyariyan her wiha nîşan da ku `Gel tam ji Bişar esed û jina yeklem a Sûriyê, Xanima Esma ku ez fikir dikim yek ji mezintirîn jinên cehanê ye, piştgiryê dikin`.

Blek jixwebuhurîna Esed û malbata wî ji bo Sûriye û pêşeroja wî welatî pesinand û got: `Ewna mirovin tam jixwebuhurî ne. Berovajî gellek ji rêberên cehanê bitema nînin; Heyitiyên neteweyî ji bo xwe kom nakin. Wan xwe kiriye wexfa pêşeroja gelê xwe“.

Nêrînên vî senatorê amerîkî li bara serokomarê Sûriyê cihêtiyeke bingehîn digel nêrînên serokên Amerîkayê heye. Dewleta berê û ya niha ya Amerîkayê Esed wek yek ji berpirsên rasterast ên qeyrana niha ya Sûriyê zanîne û ji bo serûbinîkirina hikûmeta wî xebitîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu