NûçeRojhilatanavinSûriye

Şandina madeyên xwerekê yên amerîkî û tirkiyeyî jibo terorîstên li Helebê

Hêzên artêşa Sûriyê ji kivşkirina depoyên madeyên xwerekê yên amerîkî û tirkiyeyî bo terorîstên li Heleba bakûrê Sûriyê agahî dan.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê El Meyadînê, piştî paşdakişyana komên terorîst ji navçeyên li taxên kevn ên Helebê, hêzên artêşa Sûriyê hejmareka zav a madeyên xwerekê ji wan madeyên xwerekê yên amerîkî û tirkiyeyî li taxa Bab El Nesrê li beşa kevn a Helebê kivş kirin ku ji sînorên Tirkiyê jibo terorîstên li Helebê hatibûn şandin.

Li gorî raporeka din Telal El Berazî, waliyê parêzgeha Humsê li gotûbêja bi kanala nûçeyan a AL ALAM`ê, bal kişand ser hewldana nekêrhatî ya terorîstên bi9n sîvana piştgiriya Amerîka û hin rejîmên navçê bona êrişa ser bajarê Tedmurê (Palmîrayê) û destnîşan kir, artêşa Sûriyê duh ligel hevpeymanên xwe êriş bire ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li derdora bajarê Tidmurê û hewldanên wan jibo ketina nav vî bajarî bêencam kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu