NûçeRojhilatanavinSûriye
Sênatorê komarxwaz: Hevkariya Esed û Kurdan ji bo Amerîka û Îsraîlê kawûs e
Sênatorê komarxwaz ê Amerîkayê, hevkariya di navbera artêşa Sûriyê û Kurdên vî welatî de wekî kawûsek ji bo Tirkiyê û Rejîma Siyonîst wesif kir û got: “Serketiyên vê hevkariyê jî Bişar Esed, Îran û Rûsye ne”.
Li gorî rapora IRNA`yê, Lîndêstî Graham, nûnerê komarxwaz ê Sênaya Amerîkayê, li twitekê nivîsî: Eger raporên li bara hevkariya di navbera Kurdan û Esed de rast bin, karesatek pêk tê. Eva wek kawûsek ji bo Tirkiyê û dawiyê jî îsraîlê ye.
Artêşa Sûriyê roja îniyê ragihand, hêzên wê derbasî bajarê Minbicê bûne û alaya netewî ya Sûriyê li wir bilin kirine. Tirkiye dixweze ku hêzên Kurd ji bajarê Minbicê derkevin û gef xweriye ku vê êrîşî vî bajarî bike.