Sênatorekî pilebilind ê amerîkî li kombûnekê li Konferansa Ewlehîyê ya Munîxê got ku Waşîngton divê alîkarîyê bide hemî welatên ku ketine ber gefa Îranê
Li dewama birêxistina Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê, kombûnek bi amadebûna çend qanûndanerên Kongira Amerîkayê hat lidarxistinê. Li beşeke vê civînê, Lîndsî Graham sênatorê pilebilind ê Komarxwaz ê amerîkî ku hertim helwestên tund li hemberî Îranê nîşan dane, li Monîxê careka din ev helwest dubare kirin.
Wî li beşeke axavtina xwe bal kişand ser gefa Îranê jibo Erebistan û Israîlê û pêkutî kir, Rîyaz bi hegera gefa Îranê li Yemen û Telavîvê jî bi hegera gefa Hizbulahê mafê xwe hene dilgiran bin.
Vî sênatorê amerîkî li dewamê idia kir ku kiryarên Îranê yên têkderê istiqrarê li Yemen, Libnan, Sûrîye û Iraqê didome.
Lîndsî Graham sênatorê pilebilind ê Komarxwaz ê amerîkî herwiha pêkutî kir: Ez ê plana boykotên dijî Îranê raberî SÊnaya Amerîkayê bikim û hegera vî karî jî reftara têkder a Îranê li navçê ye ne mijara navokî.
Wî herwiha got: Li gorî nêrîna min em divê zêdetir alîkarîyê bidin kesên ku li ber gefa Îranê ne, ne ku alîkarîyên xwe kêm bikin.
Graham ku helwesteke tund li hemberî Moskovê û nêzîkbûna ihtimalî ya dewleta Trump li dewleta Ûrsêtê heye li Monîxê di vî warî da got: Em ê bi nêrîneke deqîq û giran bala xwe bidin ser tişta ku Ûrsêtê jibo lawazkirina hilbijartinên me kir ta ku me amadebûneke baştir hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)