Li dewama birêxistina Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê, kombûnek bi amadebûna çend qanûndanerên Kongira Amerîkayê hat lidarxistinê. Li beşeke vê civînê, Lîndsî Graham sênatorê pilebilind ê Komarxwaz ê amerîkî ku hertim helwestên tund li hemberî Îranê nîşan dane, li Monîxê careka din ev helwest dubare kirin.
Wî li beşeke axavtina xwe bal kişand ser gefa Îranê jibo Erebistan û Israîlê û pêkutî kir, Rîyaz bi hegera gefa Îranê li Yemen û Telavîvê jî bi hegera gefa Hizbulahê mafê xwe hene dilgiran bin.
Vî sênatorê amerîkî li dewamê idia kir ku kiryarên Îranê yên têkderê istiqrarê li Yemen, Libnan, Sûrîye û Iraqê didome.
Lîndsî Graham sênatorê pilebilind ê Komarxwaz ê amerîkî herwiha pêkutî kir: Ez ê plana boykotên dijî Îranê raberî SÊnaya Amerîkayê bikim û hegera vî karî jî reftara têkder a Îranê li navçê ye ne mijara navokî.
Wî herwiha got: Li gorî nêrîna min em divê zêdetir alîkarîyê bidin kesên ku li ber gefa Îranê ne, ne ku alîkarîyên xwe kêm bikin.
Graham ku helwesteke tund li hemberî Moskovê û nêzîkbûna ihtimalî ya dewleta Trump li dewleta Ûrsêtê heye li Monîxê di vî warî da got: Em ê bi nêrîneke deqîq û giran bala xwe bidin ser tişta ku Ûrsêtê jibo lawazkirina hilbijartinên me kir ta ku me amadebûneke baştir hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)