NûçeFilistînÎranRojhilatanavin

Berteka Îranê himberî idiayên pûç ên Serokwezîrê beredayî yê Rêjîma Sîyonîst

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê dîyar kir ku Serokwezîrê beredayî yê Rêjîma Sîyonîst bi dubarekirina angaştên pûç dijî Îranê lê digere ku ji xwe û vê rejîma narewa ra cîgeh û navekî bi dest bixe û got: Têkçûn û jinavçûn di firişk û esasa Rêjîma Sîyonîst da ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Keanî-Çavî li rûpela xwe ya Twitterê wek berteka himberî idia û angaştên pûç û dubarebûyî yên Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst, Benyamîn Natanyahû nivîsî: Nuqumbûna zêde ji 70 salan a Rejîma Sîyonîst ji bo rizgarbûna ji qeyrana nasnamê ku tijî qirrkirin, talankirin, koçberkirin û bi dehan karên dijî mafên merivan bûye, sîyaset û kiryarên çewt ên Ingilîs, Amerîka û hin welatên ewrûpî yên ji bo piştgirîya ji vê rêjîma narewa nîşan didin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Filistîn ne ya jinavçûnê ye belkî têkçûn û jinavçûn di firişk û esasa Rêjîma Sîyonîst da dapêçayî ye.

Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû duh ragihand ku “girtina pêşîya jinavbirina Israyîlê bi destê Îranê“wek erka herî girîng a kabîna xwe ragihand û idia kir ku rejîma wî dê ji bo pûçkirina hewlên Tehranê yên ji bo bidestxistina çeka navokî hewil bide.

Desteya Wezîran a Natanyahû duh dengê pêbawerîyê ji parlimana Rejîma Sîyonîst wergirt û Natanyahû bi awayekî fermî bû Serokwezîrê vê rejîmê.

Başa dön tuşu