AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Sengapûr mazûvanê yekem civîna sermiyandanîna derveyî li Îranê

Yekem civîna sermayedanîna li Îranê bi mazûvaniya Sengapûrê bi armanca naskirin û nasandina derfetên sermayedanînê bi taybet li beşên nift, gaz, geştyarî û binavahiyên Îranê tê lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Weliyullah Sêyf serokê giştî yê Banka Navendiya Îranê, Cewad Ensarî balyozê Îranê li Sengapûrê û hinek ji rayedrên derecebilind ên Îranê dê beşdarî yekem civîna sermayedanîna li Îranê bibin ku biryar e 26`ê Cotmehê were lidarxistin.

Birêvebirên civîna sermayedanîna li Îranê li ser vê bawerê ne ku abora Îranê  binavahiyên xurt hene û pêşbînî tê kirin ku asta navgîn a mezinbûna aboriya Îranê di heyama pênc salên pêşda salê ji sedî 4 heta 6`ê geş bibe û li pêş bikeve.

Sengapûrê di meha Sibata 2016`an da peymannameya sermayedanîna duyalî digel Îranê wajo kir û çarçova qanûnî ya parastin û xurtkirina sermiyandanîna derveyî bi mebesta piştevaniya ji sermayedanînê ji aliyê sermayedanerên ku hez dikin bên Îranê, hat dabînkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu