EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Şer di navbera leşkerên Efxanî û Talîbanê de: 143 Talîbanî hatin kuştin

Li Efxanîstanê di navbera hêzên ewlehî yên Efxanîstanê û milîtanên Talîban de şerekî dijwar qewimî û di encamê de gelek teroristên Talîbanê hatin kuştin.

Teroristên rêxistina Talîbanê îro li başûrê Efxanîstanê êrîşeke giran birin ser bajarê Hêlmendê û di encama wê êrîşê de şerekî dijwar di navbera hêzên ewlehî yên Efxanîstanê û milîtanên rêxistina Talîbanê de qewimî.

Wezareta Bergirî ya Efxanîstanê ragihand ku di çarçoveya şerê îro de li 2 navçeyên bi navê Sengîn û Nehrî Sîrac yên girêdayî bajarê Hêlmendê 143 milîtanên Talîbanê hatine kuştin, ku 3 kesên ji wan fermandarên pilebilind bûn û her wiha 19 milîtanên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Parêzgarê Hêlmendê Omer Ziwak diyar kir ku di encama êrîşa Talîbanê de leşkerekî Efxanî jiyana xwe ji dest daye û 7 leşker jî bi giranî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu