LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyid Hesen Nesrullah: Dema ku dijminê siyonîstî berxwedana lubnaniyan dît, baştir zanî ku bêyî tu şertekê ji başûrê Lubnanê paşde vekişe

Seyid Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku ev tevgera ne şerxwaz e lê jê natirse û got: Dema ku dijminê siyonîstî berxwedana lubnaniyan dît, baştir zanî ku bêyî tu şertekê ji başûrê Lubnanê paşde vekişe.

 25 Gulana 2000`an  Rejîma Siyonîstî piştî berxwedana gelê Lubnanê, neçar ma ji başûrê vî welatî paşde vekişe.

Gelê Lubnanê wê roja  weke eyda berxwedanê û azadkirinê bi nav kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê,Seyid Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, roja îniyê li axiftinekê bi munasibeta 18 mîn salvegera  serketina  berxwedanê û azadkirina  başûrê Lubnanê bal kişand ser vê yekê ku îmakana berxwedanê ji sala 1982`an  heya sala 200`0an  çi ji babet hejmara hêzan û çi jî ji babet  îmkanên  eskerî pir kêm bû û destnîşan kir: Hêzên berxwedanê selimandin ku hêjayî serketinê ne û ezmûna  serketinê nîşan da ku dijminê siyonîstî li hember berxwedanê, pêbaweriay xwe ji dest daye .

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bal kişand ser boykotên  Emerîka û konseya  hevkariay kendava Farsê li dijî Hizbullahê got: Armanca  gefan eva ye ku  xelkê ji bereya berxwedanê dûr bikin, lê şerê Emerîka û ehvpeymanên  wan li hember bereya berxwedanê rastî işkestê hatiye. Seyd Hesen Nesrullah her wiha got: Hegera sereke ya zextên  berdewam ên Emerîkayê li dijî Îranê jî eva ye ku  ev welata piştgirê sereke yê bereya berxwedanê li Lubnan û li navçê ye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, li bara îdiayên  Meqribê li bara piştgiriya vê partiyê ji bereya Polîsaryo got: Hizbullahê tu peywendiyek bi vê bereyê re tine û wezîrê karên derve yê Meqribê tu heger û belegeyk ji bo îdayên xwe raber nekiriye.

Başa dön tuşu