NûçeIraqRojhilatanavin

“Seraya Ebabil” berpirsatiya êrişa ser baregeha Tirkiyê li Iraqê girt ser xwe

Koma berxwedanê “Seraya Ebabil” berpirsyariya êrîşa li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Bakurê Iraqê girt ser xwe.

Di saetên sibê yên îro (çarşemê) de çavkaniyên nûçeyan belav kirin ku bi balefireke bêfirokevan êrîşî baregeha leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Iraqê kirin.

Li gorî nûçeya El-Meyadîn, grûpa berxwedanê ya Seraya Ebabil bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi firokeyên bêfirokevan Murat-6 baregehên Sirik û Barûhî yên leşkerên Tirkiyê yên li herêma Dihok a Iraqê kirine armanc.

Seraya Ebabil ragihand ku ev êrîş weke bersivdana êrîşa Tirkiyê ya vê dawiyê ya li ser navçeyeke geştyarî ya Dihokê hatiye kirin û di encamê de gelek Iraqî hatine kuştin û birîndarkirin.

Başa dön tuşu