Serbazên du Koreyan, ji bo cara yekemîn bi derbasbûna ji sînorên hevdu, pêvajoya rakirina qereqolên sînorî yên li navçeya sivîl hilkolandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Jeong Kyeong-doo (Jêong Kiyong Dû), wezîrê berevaniya Sêûlê, îro Çarşemiyê ragihand ku lêgerên vî welatî ji bo hilkolandina kavilkirina qereqolên sînorî, ji bo gundê sînorî yê Panmunjeom`ê (Panmûncûm) hatine şandin û li hember wê jî Piyûnyangê jî wê karekî wika cih bîne.
Ji holêrakirina 20 qereqolên sînorî yên li ser sînorê her du Koreyan ji hevhatinên civîna di navbera Moon Jae-in (Mûn Caê În), serokomarê Koreya Başûr û Kim Jong-un (Kîm Cûng Ûn), rêberê Koreya Bakûr li Piyûngyangê de di Îlona îsal de bû.