AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Bi dawîhatina sefera dewrî ya asyayî ya Zerîf

Sefera dewrî ya wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê bo sê welatên asyayî yên Hindûstan, Çîn û Japonyayê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, li dawiya sefera xwe ya dewrî bo sê welatên Hindûstan, Çîn û Japonyayê, berêvarya pêncşemiyê, Tokyoya paytexta Japonyayê ber bi Têhranê ve terikand.

Sefera dewrî ya Zerîf, ji roja şemiyê, 3`ê Kanûnê va bi çûyîna bi welatê Hindûstanê dest pê bû.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê piştî hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Çînê ber bi Japonyayê ve çû û li dema sefera xwe ya durojî bo Tokyoyê, li yekemîn civîna meizn a Bazirganiya Îran û Japonyayê, axivî.

Hevdîtina bi Fomiyo Kîşîda, wezîrê karên derve yê Japonyayê, Îşîgê, serokê Saziya Bazirganiya Biyanî ya Japonyayê ser navê Cêtroyê û Kêntaro Sonovêra, alîkarê parlimanî yê wezareta karên derve ya vî welatî, ji bernameyên roja yekemîn a sefera Zerîf bo Japonyayê bûn.

Wezîrê karên derve yê Îranê, herwiha îro bi Şînzo Abê, serokwezîrê Japonyayê re hevdîtin pêk anî û li ser peywendiyên dualî û alûgorên navçe û cîhanê gotûbêj kir.

Axiftina li koma zana û karzanên Saziya Karûbarên Navneteweyî ya Japonyayê GIIA`yê ji bernameyên roja duyemîn a sefera Zerîf bo Tokyoyê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu