CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Serdana hemwelatiyên Endonezî bo Îsraîla siyonist hat qedexekirin

Wezareta Karên Derve ya Îsraîla siyonist ragihand ku serdana hemwelatiyên Endonezî bo Îsraîl hat qedexekirin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîla siyonist bi daxuyaniyekê ragihand ku serdana hemwelatiyên Endonezî bo Îsraîl hat qedexekirin. Herwiha amaje bi vê yekê kir ku ev biryar di çarçoveya bergirîdanê de hatiye stendin.

Wek ku tê zanîn di bûyerên navbeyna eskerên Îsraîla siyonist û xwepêşandêrên Filistînî de li ser sînorê Xezzeyê 55 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û Endonezya wekî bertek biryara qedexekirina serdana hemwelatiyên Îsraîla siyonist stendibû.

Başa dön tuşu