Serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê çû Mesqetê paytexta Umanê. Rûhanî li dewama vê serdanê piştî nîvro jî dê serdana Kuweytê bike.
Serokê Komara Islamî ya Îranê berî serdana xwe ya yekrojî bo Uman û Kuweytê, li koma nûçegihanan bal kişand ser pêşwazîya welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ji berfirekirina peywendîyên ligel Îranê û ser girîngîya vê serdanê sekinî û got ku esasa sîyaseta Îranê ser bingeha cînaretîya baş û hevkarîya ligel welatên islamî ye.
Serdana Rûhanî ya van du welatên dorhêla Kendava Farsê li gorî rewşa navçê girîngîyeke dubernaber heye. Eyan e ku li vê serdanê li gorî qeyranên li navçê, yê her du alî li bara alûgurên navçê nemaze meseleyên Iraq, Sûrîye û Yemenê gotûbêjê bikin. Li peywendîyên di navbera Îranê û welatên ereb ên derdora Kendava Farsê da mideha nêzîkî 40 salên buhurî da gellek evrazî û nişîvî hebûne. Di vê navberê da destwerdana bîyanîyan li meseleyên navçê bi heceta dabînkirina ewlehîyê, yek ji mijarên gengeşedar ên nîqaşê li peywendîyên Îranê û welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê bûye.
Mînaka herîdawîyê ya liv û tevgerên hanê, serdana Tirêza Mêy serokwezîra Ingilîsê bo navçê ye ku bi amadebûna li civîna Konseya Hevkarîya Kendava Farsê gotinên bi armanca birêxistina bêtifaqîyê hilêxistin û Îran tawanbar kir ku navçê aloz û bêistiqrar dike. Ev fitnekarîya ku ji dema hatina koledarîya Ingilîsê li navçê destpê bû, piştî derketina ingilîsyîan ji navçê, bi hatina hêzên amerîkî û damezirandina hin baregehan jibo wan li Behrêyn û Erebistanê berdewam bûye.
Eyan e ku Komara Islamî ya Îranê bi şopandina van liv û tevgerana û rewşa hestyar a navçê, bi dû vemirandina agirê şêrr û xwînrijandina li deverê ye lê, tecrube nîşan dide gellek derfetên hevkarîya jibo bihêzkirina ewlehîyê li navçê, ji dest çûne.
Serokê Komara Islamî ya Îranê bi pêkutîya ser vê xalê ku welatên navçê bi xwe baş fem dikin û baş dizanin ku dikarin gellekî baş ewlehîya navça Kendava Farsê dabîn bikin, dest bi vê serdanê kir.
Mixabin hin welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê tu bawerîyek li hevdengîyê tinene û sîyaset û helwesta wan şopandina paşverotîyê li navçê ye. Li halekî ku çavkanîya gefên rastî çi berê û çi jî niha, li derveyî deverê bûye. Têrorîsm û zêdegavî û DAIŞ jî ku sîya xwe roja îro avêtine ser navçê, hasila sîyaset û planên Amerîkayê bi alîkarîya hin hevgirtîyên wî yên navçeyî bûne. Meseleyên Yemen û Behrêynê jî bi şêrr, tawanbarkirina welatên din, bicihkirina eskeran û bi mista hesin nayên çareserkirinê. Çawan ku li Sûrîyê giheştin vê encamê, tenha rêya çareserkirina qeyranên navçê, rêbaza gotûbêja sîyasî, wergirtina rola erênî û însîyatîfa navçeyî ye. Dewama gêreyê û paşverotîyê li navçê ser xêra tu welatekî herêmê nîne. Lê Uman di vê rêkê da tevî ku nîvê nêrîna wî ber bi Erebistanê ye, dema nakokîyan hewl daye meseleyan bi awayekî maqûl çareser bike. Nêzî 2 hefteyan berî niha wezîrê karên derve yê Kuweytê jî bi peyameke dostanîyê ya mîrê Kuweytê hat Têhranê. Niha careka din derfet pêk hatîye ku meriv dikare vê yekê du cureyan rave û şirove bike, yekem dewletên ereb ên dorhêla Kendava Farsê seredana Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê bo Kuweyt û Umanê wekî derfetê jibo çêtirkirina peywendîyan bikar bînin û derfetên ku yê wek bayê zû ji dest herin ser xêra xwe bikar bînin. Duyem: Dewsa hevkarî û rawêjkarî û liyekgiheştinê, istiratêjîyên handanê bidomînin ku ev yeka bilî bîyanîyan ser xêra tu alîyî nîne. Divê mirov serdana serokê Komara Islamî ya Îranê bo Uman û Kuweytê nîşaneyeke meyl û vîyana cidî ya Îranê ber bi hevdengîya ligel hemî cînaran bizane, Lê dualîbûna vê meyl û vîyanê yê îro li muzakireyên Rûhanî û rayedarên Uman û Kuweytê bê ceribandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)