EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Serdana Zerîfi ya Osloyê kuta bû, ew çû Berlînê

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewama serdana xwe ya Ewropayê, îro danê êvarê ji Osloya paytexta Norwejê ber bi Berlîna paytexta Almaniyayê va bi rê ket.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê biryar e ku dema serdana xwe ya çendsietî li Berlîna Almaniyayê bi Frank Waltir Şteyn mayêr wezîrê karên derve yê Almaniyayê re hevdîtinê pêk bîne û bi wî re li bara peywendiyên di navbera her du welatan da û meseleyên girîng ên navçê û cehanê gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu