NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyeyê girên stratejîk li Palmîrayê kontrol kirin

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku Artêşa Sûriyeyê careke din girên stratejîk li nêzîkî baregeha leşkerî ya T-4ê ya li nêzîkî Palmîrayê kontrol kirin.

“Artêşa Sûriyeyê leşkergeke hiştî li nêzîkî baregeha T4ê ya li derdora Palmîrayê vegirt.”

Hêjayî gotinê ye ku rojnameya El-Wetenê ragihandibû ku fermandariya Artêşa Sûriyeyê biryar da ku alîkariyê bişîne baregeha leşkerî T4ê ya li rojavayê Palmîrayê.

Herwiha Artêşa Sûriyeyê di 48 saetên dawî de sê êrîşên terorîstên DAIŞê şkandine. DAIŞ jî bi moşek topbaran dike. Roja yekşemê terorîstên DAIŞê bajarê kevnar Palmîra yê girêdayî parêzgeha Humsê kontrol kiribû. Li gorî çavkaniyan hejmara terorîstên DAIŞê yên êrîş kiriye, 5.000 e û bi sedan xwekuj di nav wan de hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu