ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Cezayirî: Nîkî Hîlî meseleyên leşkerî fem nake

Berdevê pilebilind ê hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê gotinên bêtûne ên nûnera Amerîkayê li NY têkildarî Îranê û şîyana berevanîyê ya Yemenê encama haydarnebûna wê ji meseleyên leşkerî û berevanîyê zanî.

Nûnera Amerîkayê li NY roja pêncşemê bi amadebûna li pêşberî pirtîyên hesin ên ku idia dikir pirtîyên mûşekên îranî ne, nimayineşeke propagandeyî ya nû li dijî Îranê lidar xist.

Nikki Haley bêyî ku balê bikişîne çek û rextên ku Amerîka dide Erebistanê ji bo bombebarnkirina gelê mezlûm ê Yemenê, Îran bi teyarkirina Tevgera Ensarulaha Yemenê ji bo êrişa mûşekî ser Rîyazê tawanbar kir.

Ferhan Heq alîkarê berdevkê NY ev idiaya Nikki Haley ret kirîye.

Serdar sertîp Mesûd Cezayirî îro got: Heke haya amerîkîyan ji asta jor a têknolojîya mûşekî ya hêzên berxwedana Yemenê hebûya, gotinên wiha pêkenî nedigotin.

Berdevê pilebilind ê hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê bi pêgirîya ser vê yekê ku Waşîngtonê şîyana hevdengkirina dijberên Komara Islamî û Hêzên Berxwedanê tineye got: Tenha rêya xilasbûna Amerîkayê ji qobîyên ku di wan de asê bûye, rawestandina kiryarên şerxwazane û cinayetkarane yên xwe li cîhanê ye.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîkayê ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve dest bi êrişa zordarane ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji hêlên bejayî, deryayî û hewayî ve kirîye. Di encama şerûtîya Erebistanê û hevpeymanên wî de bi hezaran kes li Yemenê hatine kuştinê û birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne.

Hevalbendîya zorbêj a siûdî hertim idia dike ku Îran çek û mûşekan dide hêzên gelanî yên Yemenê û bi vî karî qaşo çareserkirina qeyrana Yemenê asteng dike.

Lê rayedarên yemenî bi caran pêgirî kirine ku şîyana berevanîyê ya artêşa vî welatî tam xwecî ye û tevî dorpêçbûna giştalî ya Yemenê ji hêla rêjîma Siûdî ve roj bi rojê zêde dibe û li pêş dikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu