ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Cezayirî: Pêşeroj ya berxwedana Îslamî ye

Serdar sertîp seyd Mesûd Cezayirî, roja duşemiyê bal kişand ser vê yekê ku  boykot  ne nîşanna qawetê ye, belkî bertekek e  li hember qaweteka nû û got: Berxwedana  navçê hîn bûye ku  ji botkot û zext û zorê, kiryarên eskerî, kiryarên siyasî, nifûz û sîxoriyê  serketî derbas bibe.

Sertîp Cezayirî, dijberiya  îstikbara cîhanî û siyonîzma navneteweyî li hember  her komeka  berxwedanê ji wan Nucebaya  Iraqê karekî  normal da zanîn û got: Her kom û etvgera  ku li navçê ava bibe, weke kelemê çavê emerîkî û siyonîstan tê hesabê.

Berdevkê pilebilind  ê Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha li bara  işkesta pîlanên  Waşengtonê li nîv  qornên  derbasbûyî got: Emerîkî li 40 salên buhurî, her karek li navçeyê kirin, rastî işkestê hatin û rola  hêzên berxwedanê nehişt  bernameyên wan serê xwe bigrin.

Sertîp Cezayirî bal kişand ser dijminatiya  Emerîkayê li hember Komara Îslamî ya Îranê û destnîşan kir: Zext û boykot li dewrana 40 salî ya Inqilaba Îslamî ser hêzên çekdar ên Îranê bû û ger ev zext û boykota nebana , bêguman rewşa baş a berevaniyê ya  Komara Îslamî di vê astê de nedibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu