ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Cezayirî:Lêzanînên emerîkiyan li bara hêza eskerî ya Îranê pir kêm e

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Lêzanînên dezgehên eskerî û îstixbaratî yên Emerîkayê li bara hêza eskerî ya Îranê pir kêm e û ew nikarin van hêz û şiyanan bi kûrî fehm bikin.

  Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB Newsê, serdar sertîp seyd Mesûd Cezayirî bedevkê hêzên çekdar ên Îranê diyar kir: Ew beşa hêza berevaniyê ya Îranê ku jibo biyaniyan û dijminan û bi taybet emerîkiyan  eşkere bûye, ew şepirze û ecêbgirtî kirine.

Sedar sertîp Cezayirî bal kişand ser dewama pêşektinên  Îranê li warên berevaniyê û got : Hêza bergiriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ser esasa bergiriya çalak e û her  destdirêjkarekî heya qonaxa  jinavbirin û teslîmkirinê dişopîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li 31 Gulana 2016an nav koma  wezîr, berpirs, lêkol û pisporên  wezareta berevaniyê ya Îranê, zêdebûna  hêza berevanî û êrişkiriyê mafê rewa ya Komara Îslamî ya Îranê dan zanîn.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Li cîhana ku hêzxurtên  zordar, serdestxwaz û bêexlaq û bêvîjdan serdest bûne û ji destdirêjiya ser welatan û kuştina  mirovên bêguneh şerm nakin, berfirehkirina  pêşeyên  berevanî û êrişkiriyê tam normal e ji ber ku  ew heya ku hest bi qawet û otorîteya  Îranê nekin dê ewlehî dabîn nebe.

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê her wiha  aramî û istiqrara Rojhilata Navînê girêdayî bi derketina  biyaniyan ji vê navça  pan û berîn û stratejîk da zanîn û tekez kir: îro rojê hemî bedkarî, şer û xwînrêjî ku li vê navçê tê dîtin, ji ber kiryara Emerîka, Rejîma Siyonîstî û hikûmetên narewa û paşvero ên navçê ye.

Serdar sertîp Cezayirî destnîşan kir: Ger emerîkî çend deh beramberê xerca  ku heya niha  jibo serdestiya  ser Rojhialata Navînê  kêşane, xerc bikin  dê nekaribin bighêjin armancên xwe yên kirêt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu