Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Lêzanînên dezgehên eskerî û îstixbaratî yên Emerîkayê li bara hêza eskerî ya Îranê pir kêm e û ew nikarin van hêz û şiyanan bi kûrî fehm bikin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB Newsê, serdar sertîp seyd Mesûd Cezayirî bedevkê hêzên çekdar ên Îranê diyar kir: Ew beşa hêza berevaniyê ya Îranê ku jibo biyaniyan û dijminan û bi taybet emerîkiyan eşkere bûye, ew şepirze û ecêbgirtî kirine.
Sedar sertîp Cezayirî bal kişand ser dewama pêşektinên Îranê li warên berevaniyê û got : Hêza bergiriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ser esasa bergiriya çalak e û her destdirêjkarekî heya qonaxa jinavbirin û teslîmkirinê dişopîne.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li 31 Gulana 2016an nav koma wezîr, berpirs, lêkol û pisporên wezareta berevaniyê ya Îranê, zêdebûna hêza berevanî û êrişkiriyê mafê rewa ya Komara Îslamî ya Îranê dan zanîn.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Li cîhana ku hêzxurtên zordar, serdestxwaz û bêexlaq û bêvîjdan serdest bûne û ji destdirêjiya ser welatan û kuştina mirovên bêguneh şerm nakin, berfirehkirina pêşeyên berevanî û êrişkiriyê tam normal e ji ber ku ew heya ku hest bi qawet û otorîteya Îranê nekin dê ewlehî dabîn nebe.
Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê her wiha aramî û istiqrara Rojhilata Navînê girêdayî bi derketina biyaniyan ji vê navça pan û berîn û stratejîk da zanîn û tekez kir: îro rojê hemî bedkarî, şer û xwînrêjî ku li vê navçê tê dîtin, ji ber kiryara Emerîka, Rejîma Siyonîstî û hikûmetên narewa û paşvero ên navçê ye.
Serdar sertîp Cezayirî destnîşan kir: Ger emerîkî çend deh beramberê xerca ku heya niha jibo serdestiya ser Rojhialata Navînê kêşane, xerc bikin dê nekaribin bighêjin armancên xwe yên kirêt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)