ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Îranê ji damezrandina agirbesê li Yemenê pêşewazî kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê xwest ku bila hemî aliyên têkildar li Yemenê jibo dewama agirbesê û kutabûna şerê bêencam li vî welatî hewl bidin.

 Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî roja sêşemiyê pêşewaziya daxûyaniya nunerê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Yemenê  li bara damezrandina  agirbesa 72 sietî li vî welatî kir û hêvî kir bila hemî aliyên  têkildar bitaybet Erebistana Siûdî rêzê ji agirbesê bigrin û bihêlin ku alîkariyên mirovheziyê bê pirsgirêk bigihêjine destê xelkê Mezlûm ê Yemenê û birîndarên şêr bi taybet birîndarên cinayeta vê dawiyê li Senayê.

Li gorî rapora wezareta karên derve, berdevka wezareta karên derve ya Îranê her wiha rewşa mirovahiyê li Yemenê pir giran û xembar da zanîn.

Îsmaîl Weled Şêx El-Ehmed nunerê taybet ê NY li karûbarên Yemenê roja duşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku partî û hemî grûpên Yemenê soz dane ku agirbesa vî welatî ji siba roja pênşemiyê û li qonaxa ewil bo mideha 72 sietan û bi îmkana  berdewamkirinê destpê bibe.

Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015an  bi piştgiriya Emerîka û hin welatên  erebî êriş kiriye ser Yemenê da ku Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser desthilatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu