ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Eşterî: Îran bi gefa Emerîkayê dê ji armancên xwe paşde venekişe

Fermandê Hêza Ewlehiya Navxweyî ya Îranê, hêrsbûna Emerîkayê ji Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ji ber viya da zanîn ku Îran riya durust a sekinîna hember zorbêjan dişopîne û got: Bi van gefana gel û hêzên çekdar ên Îranê dê ji armancên xwe paşde venekişin.

Fermandê Hêza Ewlehiya Navxweyî ya Îranê Serdar sertîp Huseyn Eşterî, îro li mehrîcana  Eskerên Ciwan li Têhranê got: Gotinin rayedarên emerîkî li dijî Îranê û Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî neadilane û nemaqûl in.

Serdar Eşterî bal kişand  ser vê yekê ku hemî îranî pasdar û nobedarê Inqilaba Îslamî ne û destnîşan kir: Yekitiya îraniyan li hember kiryara Emerîkayê ya dijî Sipaha Pasdaran nîşan da ku îranî dê xwe  ber zext û zora Emerîkayê netewînin.

Başa dön tuşu