Fermandê Hêza Ewlehiya Navxweyî ya Îranê, hêrsbûna Emerîkayê ji Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ji ber viya da zanîn ku Îran riya durust a sekinîna hember zorbêjan dişopîne û got: Bi van gefana gel û hêzên çekdar ên Îranê dê ji armancên xwe paşde venekişin.
Fermandê Hêza Ewlehiya Navxweyî ya Îranê Serdar sertîp Huseyn Eşterî, îro li mehrîcana Eskerên Ciwan li Têhranê got: Gotinin rayedarên emerîkî li dijî Îranê û Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî neadilane û nemaqûl in.
Serdar Eşterî bal kişand ser vê yekê ku hemî îranî pasdar û nobedarê Inqilaba Îslamî ne û destnîşan kir: Yekitiya îraniyan li hember kiryara Emerîkayê ya dijî Sipaha Pasdaran nîşan da ku îranî dê xwe ber zext û zora Emerîkayê netewînin.