AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Cebbar Yaver: Pêkanîna komên çekdar li Herêma Kurdistanê bi destê PKK`ê, neqanûnî ye

Sêkrêtêrê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê got ku pêkanîna komên neqanûnî li Herêma Kurdistanê bi destê PKK`ê neqanûnî ye û nayê qebûlkirin.

Sêkrêtêrê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê, Cebbar Yaver di hevpeyvîna digel Kanala Kurdistan24`ê da pêgirî kir, di halekî da ku Herêma Kurdistanê xwedîyê serwerî û parlimana fermî ye, PKK nikare komên çekdar ava bike û ev kara neqanûnî ye û tu hêzeke dijber a welatekî din nikare dewa berevanîya ji Herêma Kurdistanê bike.

Wî herwiha ragihand ku di encama êrişên Tirkîyê ser Herêma Kurdistanê da heta nika 450 gund hatine valakirinê û bi dehan welatîyên sivîl jî canê xwe ji dest dane û birîndar bûne û eva di halekî da ye ku şerê Tirkîyê digel PKK`ê tu têkilîyek bi wan re tineye û divê PKK`ê vê yekê berçav bigire û dîyar kir: Nabe bi hîç awayekî Herêma Kurdistanê dijî welatên din were bikaranînê û pêwîst e ku rewşa hestyar a herêma Kurdistanê were berçavgirtinê.

Yaver herwiha pêgirî kir ku hîç peywendîyek di navbera PKK`ê û Wezreta Pêşmerge da tineye, çinku Pêşmerge hêzeke fermî û qanûnî ye û ligorî qanûnê izna wê ya têkilîya digel hêzên opozosyon û neyar ên welatên din ra tineye.

Sêkrêtêrê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê herwiha pêgirî kir ku abora Herêma Kurdistanê tam girêdayîyê Îran û Tirkîyê ye û gêreya ser sînoran digel wan welatana dibe sedema pirsgirêkên giran jibo abor û debara jîyana welatîyan li Herêma Kurdistanê.

Başa dön tuşu