ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serdar Eşterî: Milyonek û 950 hezar ziyaretkir çûn Kerbelayê

Fermandarê Hêza Intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê, Serdar sertîp Hisên Eşterî got: Miliyonek û 800 hezar ziyaretkirên îranî û 150 hezar ziyaretkirên biyanî ji sê derbasgehên sînorî yên Mêhran, Çezabe û Şelemçeyê berê xwe dane baregehên pîroz.

Li gorî rapora IRNAyê, Fermandarê Hêza Intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê, Serdar serîtp Hisên Eşterî Duşemiyê bi şev li nav koma nûçegihanan li derbasgeha sînorî ya şelemçeyê  hejmara vegeriyana ziyaretkiran ji sê derbasgehên sînorî yên Mêhran, Çezabe û Şelemçeyê 500 hezar ziyaretkir da zanîn û got: Niha asta herî bilind a vegeriyana ziyaretkirên Îmam Hisên (S) ji Iraqê bo Îranê ye.

Serdar Eşterî li sefera bo Şelemçeyê ji nêzik va pêvajoya hatûçûna ziyaretkiran şopand.

Ji çend rojan beriya niha va bi destpêbûna meşa Erbeîna Îmam Hisên (S) ber bi Kerbelayê va, derbasgehên sînorî yên Mêhran, Çezabe û Şelemçeyê  ji ziyaretkiran pêşwaziyê dikin.

Sala bihurî ji derdora 14 miliyon ziyaretkirên Erbeyînê ji gel û neteweyên cûrbicûr li Iraqê, derdora 2 miliyon û 350 hezar kes ziyaretkirên îranî bûn.

20ê meha Sefera sala 1440 a Koça Heyvî (30ê Cotmeha 2018an), Çilem roj anku Erbeyîna şehîdbûna Îmam Hisên (S), Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û rêhevalên wî yên sozdar li Çola Kerbelayê ye. Bi miliyon ziyaretkir ji seranserî cîhanê di vê rojê da ji bo amadebûna ji rêûrisma Erbeyîna Îmam Hisên (S) derbasî bajarê Kerbelayê dibin.

Başa dön tuşu