CîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serdar Fedevî: Îqtedara nizama îslamî ya Îranê pêşiya hilweşiyana dewleta Sûriyê girt

Qumandê hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê got: Îqtedara nizama îslamî ya Îranê û hizûra bi hêz û qawete mêrxasên îslamê li nav Sûriyê pêşiya hilweşiyana dewleta Sûriyê girt.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Serdar Deryadar Pasdar Elî Fedevî qumandê hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro yekşemê li civîna besîciyên Erakê li navenda Îranê destnîşan kir: Amerîka û hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn û Ewrûpa dixwestin dewleta Şamê sernixûn bikin lê hizûra bi hêz û qawete eskerên îslamê pîşiya vê pîlanê girt.

Qumandê hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê destnîşan kir: Piştevaniya welatên serdestxwaz ji grûpên tekfîrî bona zêdekirina desthilata van welatan li navçê û pêşbirina hedef û armancên wan yên zêdexwazî bû, lê mezinatî û îqtedara nizama îslamî ev pîlanên wan pûç kirin.

Serdar Fedevî gihêştina bi hawara Rejîma Siyonîstî û alîkariya hêsan bi vî rejîmî û destpeydakirina ser bingehên enirjiyê ji hegerên serekeye Amerîka bona dest peydakirina ser Kendava Farsê daye zanîn.

Qumandê hêzên deryayî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku Komara îslamî ya Îranê du babetên berevanî û zêdekirina qudreta eskerî derbas kiriye ragihand ku qudret û îqtedara Komara îslamî ya Îranê gihêştiye vê astê ku niha dijmin bi dû kuntrolkirina vê qudreta Îranê ye.

îro 26 Mijdarê salroja damezirîna besîca Mustezefîn e û her ji ber viya 19 heta 29 Mijdarê wekî hefteya Besîc li Îranê hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu