LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên El Nusrayê ji herêma Libnanê vedikişin Idlîbê

Terorîstên El Nusrayê yên ku li herêma Arsalê ya dikeve sînorê Sûriyeyê û li bakurrojhelatê Libnaneyê, di çarçoveya hevpeymana bi hêzên Hîzbullah Libnanê re tevî malbatên xwe diçin Îdlîbê.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Hîzbullahê hatin wergirtin, Terorîstên El Nusrayê ya ku baskê El Qaîde ya Sûriyeyê ji ber operasyonên El Qaîdeyê neçar man ji herêma Arselê vedikişin.

300 Terorîstên El Nusrayê ku di nava wan de fermandar Ebû Malîk Tellî jî heye bi otobusan wê vekişine Idlîb a li ser sînorê Tirkiyeyê. Bi derxistina El Nusrayê ya ji Areselê re li Libnanê di deste El Nusrayê tu der namîne.

Hîzbullahê, di roja 6mîn a operasyonê ya ku li dijî El Nusrayê ya li dorhêla Arselê dabû destpêkirin de beşeke axê ku ji %90î kiribû bin kontrola xwe ku berê di deste El Nusrayê de bû. Di 27ê Temuzê de agirbest hatibû ragihandin. Herwiha di 6 rojên ku şer berdewam bu de hejmarek zêde windahiyên El Nusrayê çêbibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu