Serdar Qaanî:Firîna balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî li esmanê Yemenê nîşana rezîliya siûdiyan e

Cîgirê fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Firîna balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî di esmanê Yemenê de, nîşana zîlet û lawaziya rayedarên Rejîma Siyoîstî ye.
Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes ji xelkê sivîl kuştin an birîndar kirin û bi sedan hezar kes ji xelkê vî welatî aware û bê mal û xanî kirin. Herwiha di encama van êrişan zêde ji sedî 80 binavahî, navendên perwerdehî, nexweşxane û navendên dermanî, medrese û malên xelkê wêran û kawil bûn . Herwiha di encama dorpêşiya xelkê yemenê ji erd, esman û deryayê ji aliyê Hevpeymaniya Erebî, ew ketin nav rewşeke diltezîn û belengaziyê.
Rejîma Siûdî, Emerîka û Rejîma Siyonîstî heya niha ji ber berxwedana xelkê Yemenê nekarîne li vî welatî bighêjin armancên xwe.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Îsmaîl Qaanî roja duşemiyê li civîna Azadiya Mizgevta Eqsayê li saya serketina bereya berxwedanê“ li Têhranê bal kişand ser lawaziya rayedarên hin welatên ereb li hember Rejîma Siyonîstî û got: Ew li dû lihevkirina tev Rejîma dagirkirê Qudsê ne.
Cîgirê fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Filistînê û got: Bi serketina Inqilaba bi coş a Îslamî li Îranê, bingehên berevaniya ji Filistînê xurttir bûn.
Serdar Îsmaîl Qaanî her wiha diyar kir: Bi xêr û bereketa Inqilaba Îslamî her roj yekitiya heqxwazan ji bo rawestana li ber cinayetên Rejîma Siyonîstî zêdetir dibe.
Hewldana rayedarên hin welatên ereb ji bo normalkirina peywendiyên rev Rejîma Siyonîstî li halekê ye ku v rejîma bi salan e xêncî serkutkirina filistîniyan piraniya navçên erebî-Îslamî dagir kiriye.