Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Emerîkayê bi derketina xwe ji rêketinnama navokî Îran danî navenda boykotên xwe yên aborî ku helbet ne mijareke giring e.
Trump serokkomarê Amerîka roja sêşemê bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketinama îmza kiriye ,derxist.
Li gorî raghandina IRNA`yê, Serdar Selamî roja pêncemiyê li merasimekê li Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê got: emerîkî ev 40 sal in ku her çiqasî dikarin li warên curbicure siyasî, eskerî, aborî, çandî, îstixbaratî û operasyonên rewanî li dijî gelê Îarnê bi kar anîne lê heya niha li vê barê qet bi ser nekitine.
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Rasitiya derketina Emerîklayê ji rêketinnama navokî, teslîmkirina gelê Îranê li hember xwestekên narewayê yên xwe ye lê tişta ku li vî şerê aborî giring e, geşkirina berxwedana neteweyî ye.
Serdar Selamî destnîşan kir: Inqilaba Îslamî ya Îranê îro derbasî dervey sînorên welêt bûne û ev mijara dijminên nizamê dilgiran dike.
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Îro Îrana Îslamî li hemî muadileyên navçeyî bandorê datîne û dijmin nikarin bandorê ser viyan û îradeya gelê Îranê bikin.