İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serdar Selamî: Emê tola dilop dilopên xwîna şehîdên xwe bistînin

Cîgirê fermandeyê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî got: Emê tola dilop dilopên xwîna şehîdên xwe ji sebebkarên navxweyî û derveyî yên êrişa terorîstî ya vê dawiyê li Ehwazê li başûrê rojava Îranê bistînin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar sertîp Huseyn Selamî li axiftina xwe ya beriya xutbeyên nimêja îniyê ya vê heftiyê ya Têhranê bal kişand ser hizûra milyonî ya ehwaziyan li merasima oxirkirina meytê şehîdên êrişa terorîstî  ya vê dawiyê  li vî bajarî û destnîşan kir: Vê beşdariya milyonî ya gelê Îranê, muhasibeyên  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li hev xistin ku fikir dikir nizama Komara Îslamî ya Îranê piştîvana  xwe ya civakî ji dest daye.

Wî bal kişand  ser vê yekê ku dîzaynerên  vê êrişa terorîstî, Emerîka, Rejîma Siyonîstî, Erebistan û Îmaratê ne û got: “Em ji rejîma Îmarat û Erebistanê re ku rola sereke li şerûtiyên  ewlehiyê li hin navçên Îranê hene, radighînin li kêşeya bi Komara Îslamî ya Îranê re bi ser nakevin”.

Cîgirê fermandeyê giştî yê Sipahê pasdarên Inqilaba  Îslamî xitabî Îmarat û Erebistanê destnîşan kir: “Hûn ji viya biçûktir in ku  hevrikek bin bo welatê mezin ê Îranê”.

Serdar Huseyn Selamî xitabî rayedarên Emerîkayê re jî got: “Em hişyariyê didin ku dev ji piştgiriya ji terorîstan berdin ji ber ku dê ji bo we jî bi zirar be”.

Terorîstan şemiya buhurî li kêleka lidarxistina merasima sanê ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Ehwazê li başûrê rojava Îranê ber bi xelkê temaşevan ve gulle avêtin ku li encama vê êrişê, 24 kes şehîd bûn û 60 kes jî birîndar bûn.

Komên terorîstî yên DAIŞ`ê û El-Ehwaziyê ku ji aliyê Erebistan û Emerîkayê ve pişgirî dibin, berpirsiyariya vê êrişa terorîstî girtin istûyê xwe.

Exit mobile version