Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser cê yekê ku welatên Îslamî ciwanên cîhadkir û têkoşer perwerde dikin û teqez kir: Emerîka ji qaweta komên berxwedanê û komên cîhadî ditirse.
Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar serleşkir Huseyn Selamî, roja yekşemiyê li merasima nasandina cîgir û fermandê hevahengkirê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li Têhranê bal kişand ser bersiva qahêm a berxwedana Filistînê li hember cinayetên siyonîstan bi avêtina zêde ji 600 mûşekan û got: Qaweta berxwedanê bû sedem siyonîst û emerîkî paşde vekişin.
Serleşkir Selamî bal kişand ser vê yekê ku Emerîka û Rejîma Siyonîstî li riya jinavçûnê de ne û destnîşan kir: Emerîka dijmineke ku di rûvek de bi hêz û bi heybet tê xûyanê lê hundir û batineka pûş heye.
Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî balkişand ser vê yekê ku îro rojê Inqilaba Îslamî li asta xwe ya herî bedewe de yanê 40 saliya xwe de ye û diyar kir: Îran bona rawestana li ber gefên curbicur ên dijminan tam amade ye.