Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser parastin û geşatiya hêza mûşekî ya Îranê got: Hêza mûşekî ya Komara îslamî ya Îranê nayê muazkirkirin û tu kes nikare me ji hêzên xwe yên berevaniyê bêpar bike.
Li gorî rapora nûçegîhanê IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Huseyn Selamî, berêvara duşemiyê li Têhranê daxwaza vê dawiyê ya wezîrê karên derve yê Emerîkayê ji Îranê li bara rawestandina hêza mûşekî ya komara îslamî ya Îranê got: Hêza mûşekî ya Îranê nayê muzakirekirinê û em cidî ne wê biparêzin.
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Em îro gihêştine asteke qaweta berevaniyê ku wezîrê karên derve yê Emerîkayê li daxwaziyên zalimane yên xwe gotiye ku Îran divê berfirehkirina mûşekên xwe yên balistîk rawestîne, eva yanê Emerîka nikare bi xwe vî karî bike.
Serdar Selamî îtihama emerîkiyan li bara mudaxila Îranê li welatên navçê destnîşan kir : Îran dê dev ji hizûr û bandora xwe li navçê ber nade ji ber ku ev nifûza fîzîkî nîne belkî bawer û mentiqa îslamê ye ku bandor li welatên navçê kiriye.
Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Hegera dijminatiya cîhana rojava bi Îranê re zêdebûna hêzên Îranê li warên curbicur û mînakgirtina welatên navçê ji Komara îslamî ye.
Serdar selamî her wiha zêdebûna gefên rayedarên Emerîkayê li dijî Îranê û derketina welatê hanê ji rêketina navokî got: Armanca van kiryaran zêdekirina zexta ser Îranê ye lê ezmûna çil salan Inqilaba îslamî nîşan daye ku gelê Îranê tu carî dê ji wan gefan netirsin.
Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê duşemiya buhurî piştî kiryara 8 gulanê serokkomarê vî welatî li derketina ji rêketina navokî, bi dubarekirina tawanên pûç û bêbingeh û gefa kivşkirina boykotên herî giran li dijî Îranê, 12 şert ji wan têkbirinba teşkîlata zengînkirinê û girtina pêşiya nifûza navçeyî ya Îranê xist rojevê.
Ev şertên Emerîkayê ji aliyê analîzoran û rayedarên emerîkî û ewrûpî jî weke xewn û xeyal û nemaqûl hat zanîn.