İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serdar Selamî: Kiryarên Sipahê Pasdaran bona berevaniya ji ewlehiya netewî, qet bi provaksiyon nîne

Cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê got: Em dibêjine hemû cîhanê ku bona berevaniya ji herêma netewî, av û behrên welêt û bona parastina ji hemû behrên Îranê, her xebateke pêwîst cih tînin û ev xebatên hanê tenê bona berevaniya ji ewlehiya Îranê ye û qet kiryarên bi tehrîk û provaksiyon nayên hisab.

Li gor rapora IRIB News`ê, Serdar Husên Selamî cîgirê fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê li gotûbêjekî telivîzyonî got: Berevaniya ji axa Îranê wezîfe û pêspartiya meye û sipahê pasdaran wezîfedare ku liv û tevgera hemû gemiyên nav Kendava Farsê, Bozaqa Hurmizê û behra Emanê bêxe bin çavdêriya xwe.

Wî got: Qudreta berevaniya Sipahê Pasdaran ji axa welêt wisaye ku dijminên Îranê û bitaybet Amerîka hertim ehtiyatê dikin ku li derûdora sînorên Îranê peyda bibin û ji ser tirsê bi rêz û hurmet li hemberî sipah reftarê dikin.

Cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê destnîşan kir; Amerîka û Rejîma Siyonîstî li 38 salên bihurî êrişî ser 14 welatên cîhanê kirine û 12 şer li navşê birê xistine û eger me qudreta berevaniya ji axa welêt tuneba, çarenivîsa me jî wekî van welatan lê dihat.

Serdar Husên Selamî got: Eger me qudreta berevaniyê tunebû, Amerîka li gotûbêjên navokî, nediçûne ser masa gotûbêja dîplomatîk.

Cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê destnîşan kir; Eger her dijminekî Komara îslamî ya Îranê bixwaze, dijî gelê Îranê bixebite Sipahê Pasdaran ew qudreta heye ku li her derê û her dem û gavekê êrişî ser dijmin bike.

Cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku dijmin bibaşî haje qudreta berevaniya me heye destnîşan kir; Bona ku ew nasyariya dijmin ji qudreta berevaniya gelê Îranê rast derkeve, me hinek ji nîşanên qudreta xwe ya eskerî eşkera kiriye û para pirtire qudreta me ya berevaniyê nehatiye nîşandan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version