BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rejîma Alê Xelîfe mehkemekirina neqanûnî ya şêx Îsa Qasim bi mehneyên curbicur paşde xist

Dadgeha  Rejîma Alê Xelîfe mehkemekirina  şêx  Îsa  Qasim ku biryar bû îro pêk bê, bi mehna  zêdekirina kesên dozvekir jibo  4`ê Kanûnê paşda xist.

Rejîma  Alê Xelîfe vê dawiyê li çarçêva  serkutkirina  neraziyan, şêx Îsa  Qasim bi şuştina dirêv (bikaranîna dirafê neqanûnî li karên rewa) û alîkariya bo terorîzmê tawanbar kiriye.

Rejîma Behreynê li  Hezîrana  buhurî mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim betal kir.

Zêde ji çar mehan ser gireva  welatiyên  behreynî li ber mala şêx  Îsa Qasim li navça  El-Derazê li rojava  Menamê derbas dibe.

Kiryarên Rejîma Alê Xelîfe li dijî çalakên mafên mirovan û rûhaniyên  Behreynê vê dawiyê pir  berfireh bûne.

Behreyn ji 14 Sibata sala 2011`ê ve  şehedê serhildana gelanî li dijî Rejîma  Alê Xelîfe ye.  Gelê Behreynê daxwaza azadiya şêx Îsa Qasim, dadmendîyê û rakirina  duberekî û bidesthilatbûna  sîstimeke  bijartî li welatê xwe dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu