ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Selamî: Sipah dê tola şehîdan ji terorîstan hilgire

Cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî ya Îranê tevî mehkûmkirina kiryarên terorîstî yên roja çarşemê li Têhranê got: Sipah dê tola van kiryarên terorîstî ji terorîstan bistîne.

Serdar Sertîp Pasdar Husên Selamî cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî ya Îranê li gotûbêja pêncşemê şev tev kanala 2 ya telivîzyona Îranê destnîşan kir: Sipahê Pasdaran bona dabînkirina ewlehiya Îranê tev tu aliyekê tearifê nake û dê tolê ji sebebkarên kiryarên terorîstî yên roja çarşemê li Têhranê bistîne.

Li kiryarên terorîstî yên roja çarşemê li Têhranê 17 welatiyên îranî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Serdar Selamî bal kişande ser viya ku kiryarên terorîstî yên Têhranê plana hevpar a Amerîka, Rejîma Seûdî û Rejîma Siyonîstî bû, destnîşan kir: “Hêzên îranî dê kesên ku bixwazin derbê li ewlehiya welêt xîne, çal bikin“.

Cîgirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî ya Îranê tevî qedrzaniya ji xebata hêzên ewlehî-întizamî bona temirandina agirê vê komploya terorîstî got: “Xebata hêzên ku berpirsê dabînkirina ewlehiya Îranê ne, serketinekî mezin bû“.

Serdar Selamî got: “Dijminên Îranê û terorîst li gêre û kêşeyên navçê rastî işkestê hatine“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu