ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Şerîf: Amerîka di rewşa herî nebaş a leşkerî da ye

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, got: Niha Amerîka di rewşa herî nebaş a leşkerî da ye û eva rastiyek e ku nayê înkarkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp Remezan Şerîf, roja çarşemiyê li civînekê li bajarê Şehrêkurdê li rojavaya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku hêza leşkerî ya Amerîkayê wek berê nemaye û herwiha got: Marînzên deryayî yên herî bijare yên Amerîkayê, dema ku dîl têne girtin, li hember şervanên îranî çok erdê didin û ji ber destdirêjiya li ser qada deryayî ya Îranê, dawa lêborînê dikin.

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, li ser vê yekê pêgîrî kir ku hêz û qaweta îranê ji berê zêdetir bûye û destnîşan kir: Faktora herî girîng a hêza Îranê, gel e.

Serdar Şerîf, bal kişand ser vê yekê ku şerrê îroyîn ê dijmin, dijî Îrana Îslamî, şerrê aborî ye û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê ji viya qahêmtir  û bihêztir e ku bi şerrê rewanî yê dijmin rastî pirsgirêkan were.

Başa dön tuşu