CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Şerîf: Mesela Filistînê mêhwera pêkanîna yekitiyê navbera civakên Îslamî ye

Serokê erkantiya Întifazê û Qudsê li Îranê, mesela Filistînê û rawestana li ber Rejîam Siyonîstiyê weke mêhwera pêkananîna yekitiyê di navbera civakên Îslamî da zanîn.

 Serdar Remezan Şerîf serokê erkantiya Întifazê û Qudsê roja sêşemiyê li yekim civîna erkantiya bername darêştina roja cîhanî ya Qudsê li îniya dawiyê ya meha pîroz a Remezanê, roja cîhanî ya Qudsê weke mîrata binirx û stratejîk a hezretê Îmam Xumeynî(RE)xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê jibo piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê da zanîn.

Serdar Remezan Şerîf diyar kir: Tevî hewldanên berfireh û sinaryoyên  curbicur ên îstikbara cîhanî û siyonîzma navneteweyî jibo xalifandina  raya giştî ya cîhanê ji cinayteên  siyonîstan, Filistîn tim mesela bingehîn a cîhana Îslamê ye.

Serdar şerîf her wiah got: Ji destpêka serketina Inqilaba Îslamî li sala 1979 heya îro, Komara Îslamî ya Îranê tim li roja cîhanî ya Qudsê dosiya gelê mezlûm ê Filistînê li hember zilm û zordariya siyonîstên talankir vedinhêre.

Berpirsê peywendiyên giştî yên sipahê pasdarên Inqilab aÎslamî ya Îranê bal kişand ser pêîwstiya agahîdayîna  li gor  rewşa rojê li bara mesela Filistînê û destnîşan kir: Hebûna hevkarî û hevdengiyên  zêdetir a rêxistinan, saziyan û kesayetiyên  çalak li warê Quds û Filistînê bi armanca zêdekirina  zirûf û şiyana  umeta Îslamî jibo piştgiriya ji gelê mezlûm  ê Filistînê pêdivî ye.

Îna dawiyê ya meha pîroz a Remezanê bi însiyatîva  hezretê Îmam, Xumeynî(RE) xîmdarê Komara Îslamî ay Îranê, weke roja cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu