ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Şerîf: Sebebkarên êrişa terorîstî ya Ehwazê ser bi grûpa terorîstî ya El-Ehwaziye bûn

Berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê got: Sebebkarên êrişa terorîstî ya ser rijeya hêzên çekdar ên Îranê li başûra welêt ser bi grûpa terorîstî ya El-Ehwaziye bûn.

Li gor rapora IRIB Newsê, Serdarê Sertîp Remezan Şerîf berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande desnîşan kir ku Erebistana Siûdî piştgiriya grûpa terorîstî ya El-Ehwaziye dike û got: Ev kiryara terorîstî bona tbondorkirina ser mezinatiya rijeya hêzên çekdar ên Îranê cih hatiye.

Grûpa terorîstî ya El-Ehwaziye jî li tora civakî ragihandiye ku berpirsê kiryara terorîstî ya Ehwazê ye.

Serdar Sertîp Hesen Şahwarpûr qumandê sipahê Hezretê Welî Esr(s) jî got: Ji ber vê êrişa terorîstî 9 kes şehîd û 21 kes jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin ku piştî rudawa terorîstî ya Ehwazê niha rewşa ewlehiyê arame.

Herwiha hatiye ragihandin ku 2 sebebkarên kiryara terorîstî ya îro sibê li Ehwazê hatine kuştin, yek ji terorîstan birîndar e û terorîstek jî hatiye girtin.

Başa dön tuşu