Berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Sipahê Pasdaran tim çend pêngavan ji Emerîkayê pêşdetir e û Ji ber vê meselê Waşengton hêrs bûye.
Serdar sertîp Remezan Şerîf, berdevkê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê di nav koma nûçegihanan de li Têhranê li bara nihêrîna vê saziya inqilabî li hember boykotên Emerîkayê got: Boykotên Emerîkayê li warê berevanî û leşkerî ya Îranê, ne mijarekek teze ye û Sipahê Pasdaran hertim tevî hebûna berbend û boykotan kariye ku bi parastina bingeha berevaniyê ya Îranê, alîkariyê bide welatên ku hewcedarê alîkariya misteşarî bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).