NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên sûrî her wiha ji destpêka operasyona xwe li beşa rojhilata Helebê 45 tax azad kirin

Navenda hevdengiya agirbesê li Sûriyê roja çarşemiyê ragihand ku hêzên sûrî li 24 sietên buhurî 10 taxên din li rojhilata Helebê azad kirin.

Hêzên sûrî her wiha  ji destpêka operasyona xwe li beşa rojhilata  Helebê 45 tax azad kirin.

Di eynî demê de navenda  nûçan a El-Ehdê îro ragihand ku hêzên sûrî hin beşên navça kevn a Helebê navbera nexweşxana  El-Eyûnê heya navça  Kela  Qerbayê ji terorîstan  paqij kirin.

Duh artêşê û hêzên gelanî yên Sûriyê navça stratejîk a El-Şuarê li rojhilata  Helebê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Artêşa Sûriyê operasyona xwe ya nû jibo azadkirina  Helebê li 15 Mijadrê û di vê midehê de navçên  berfireh ji destê  grûpên neyar û terorîst derxistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu