ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar sertîp Hisên Dêhqan: Welatên dorhêla Kendava Farsê divê bizanin ku bi dayîna diravên giran nikarin ewlehîyê ji xwe re dabîn bikin

Serdar sertîp Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê îro li kombûna “ sûdwergirtina berevanîyê“ li Zanîngeha Berevanîya Netewî li Têhranê got: Heke roja îro welatên derdora Kendava Farsê jibo dabînkirina ewlehîya xwe, dirafên zav û giran jibo kirrîna alavên berevanîyê xerc dikin, divê bizanibin ku ev karana ewlehiyê jibo wan naynin, çûnku dema çêkirin çek û sîlahan û wesayîtên berevaniyê nexwazin wan bifiroşin welatên hanê, ew ê çawa bikarin ewlehiya xwe dabîn bikin? .

Serdar sertîp Dêhqan bi pêgîriya ser vê yekê ku sûdwergirtin di warê berevanîyê da bi wateya bidestxistina hêza herîzêde û pêşîlêgirtinê ye, got: Amadebûna di warê berevanîyê da roleke kêrhatî li hêza netewî da dilîze û bi wateya hebûna hêza bersivdayîna li hemberî gefan û girtina pêşîya xafilbûnên stratejîk li qonaxên curbicur e.

Wezîrê berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha li ser amadebûna hêzên çekdar ên Îranê di warê berevanîya hişmendane û xafilnebûna li hemberî kiryarên dijminan da sekinî.

Kombûna netewî ya “ sûdwergirtina li warê berevanîyê“ îro li Zanîngeha Bilind a Berevanîya Netewî li Têhranê hat lidarxistinê. Li vê kombûna yekrojî, hejmarek fermandar, rêvebir, mamoste, bijare û şarezayên leşkerî û îdarî yên warên berevanîya Îranê pişkdar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu