ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar sertîp Hisên Selamî: Hêza berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê pêka berê dê zêde bibe

Dewsgirê Fermandarê gişt Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku tu bandora boykotan li ser hêza berevaniyê ya Îranê tuneye, ragihand: Hêza berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê pêka berê dê zêde bibe.

Serdar sertîp Hisên Selamî, Dewsgirê Fermandarê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê li hevpeyivîna bi IRNAyê ra got: Hêza berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê di nav boykotan da zêde bûye û beşa berevanî û leşkeriyê ya Îranê jî ji destpka serketina Înqilaba Îslamî va hat boykotkirin û ev boykot hema wisa didomin.

Dewsgirê Fermandarê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Her tiştê ku îro rojê wek Hêza Berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê tê dîtin, di dema boykotan da ji aliyê pisporên Îranî va û bi palpiştiya bi derfetên navxweyî hatiye bidestxistin.

Sertîp Selamî bi gotina vê yekê ku zêdebûna hêza berevanî û leşkerî ya Îranê tam xwecihî ye, got: Bêguman şiyana berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê û girêdayî bi wê şiyana berevaniyê ya Sipahê Psdarên înqilaba îslamî pêka berê dê zêde bibe.

Dewsgirê Fermandarê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Xurtkirin û zêdekirina hêzê ji karên herî bingehîn ên Sipahê ye, lewma ev sazî di Komara Îslamî ya Îranê da hema wisa dê vê rêkê bidomîne

Başa dön tuşu