ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Sertîp Seyîd Mesûd Cezayirî: Hêzên eskerî yên Komara Îslamî ya Îranê roja îro pirtir ji her dem û gavekê din ser navça Kendava Farsê serdest in

Alîkarê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hişyarî da aliyên ku li Kendava Farsê gefan li Îranê dixwin û destnîşan kir; Hêzên çekdar ên Îranê li babeta berevaniya ji welêt gelekî micid in û li hemberî her gefekê bi hêz û qawet radiwestin.

Serdar Sertîp Seyîd Mesûd Cezayirî alîkarê çandî û teblîqatî ya erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên îro şemiyê bal kişande ser gotinên bê xîm û binyat ên hinek ji siyasetmedarên amerîkî û got: Hêzên eskerî yên Komara Îslamî ya Îranê roja îro pirtir ji her dem û gavekê din ser navça Kendava Farsê serdest in.

Serdar Sertîp Seyîd Mesûd Cezayirî ragihand, kesên ku qala xeniqandina qayqên îranî li Kendava Farsê dikin, dûrî tigihîştina leşkerî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu