Serdar Silêymanî: Qisasa xwîna Îmad Muxniyê jinavbirina Rejîma Siyonîstî ye
Feramndê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Qisasa xwîna Îmad Muxniyê, avêtina mûşekê û kuştina kesekî nîne, belkî qisasa xwîna Îmadên ku li Filistînê, Lubnanê û Îranê bi komploya Îsraîlê şehîd bûn, kokbirrkirina rejîma Zarokkuj a Siyonîstî ye.
Îmad Muxniye nasiyar bi Hac Rizwan ji fermandên eskerî yên Hizbullaha Lubnanê bû ku li 12ê Sibata 2008`an li Şama Sûriyê li operasyona terorîstî ji aliyê endamên Rêxistina sîxoriyê ya Mosadê hat şehîdkirin.
Serdar serleşker Qasim Silêymanî roja pênşemiyê li merasima rêzgirtina ji dehemîn salvegera şehadeta şehîd Îmad Moxniye li Têhranê got: Îro Xeze û Lubnan berdewam ji bo Îsarîlê stresê û dilgiraniyê çêdikin û her mûşeka ku ji aliyê Filistînê tê avêtin têde şûna tiliya Îmad Moxniye tê dîtin.
Fermandê hêza Sipahê Qudsê destnîşan kir: “Îmad Moxniye, komên filsitînî gîhande navenda berxwednê, Hamas bihêz kir û bereya Gel ji bo rizgariya Filistînê çalak kir û bi vê fikrê karî ku Gaza bike kelayeke xurt“.
Serleşkir Silêmanî destnîşan kir: “Karûbarên Rejîam Siyonîstî nîşana nemayîndebûna wê ye û niha tirs û xof û êrişên hovane yên Rejîma Siyonîstî, nîşana dawîn hewldanên dijmin e“.
Wî destnîşan kir: “Riya Îmad Muxniye û şehîdên din ên Lubnanê û Iraqê bidome û her roj serbilindiay cîhana Îslamê zêde dibe“.
Fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha diyar kir: “Navê şehîd Îmad Muxniye jibo dijminan bi tirs û xof û jibo hevalên wî dilhêvîkir bû û şehadeta ustûreya tevgera berxwedanê, bû sedema ecêbgirtî mayînê û xem û xidûkeke giştî li cîhana Îslamê pêk anî“.