NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestîya artêşa Sûrîyê li çend dever û girikên stratejîk li Suweydayê

Artêşa Sûrîyê di encama şerekî li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê de navça stratejîk a Zebîyiyê û girikê Esedîyê û hin deverên stratejîk li parêzgeha Suweydayê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûnên xwe de girikê Herdîyê û deverên Bêir Herdîyê û Bêir Reayê li Suweydayê li başûra vî welatî xistin bin kontrola xwe.

Artêşa Sûrîyê herwiha êrişî meqera balafirên keşfê yên DAIŞ`ê kir ku di encamê de bi dehan têrorîst hatin kuştin û hejmarek maşînên leşkerî yên têrorîstan hatin şewitandinê.

Di vî halî de, balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê baregehên terorîstên DAIŞ`ê li devera Um Toynê li Humsê dan ber bombeyan ku di encamê de hejmarek maşînên zêrêhî yên têrorîstên DAIŞ`ê jinav çûn.

Çavkanîyeke leşkerî jî ragihand ku balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê îro çend çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li rojhilata Hemayê dan ber bombeyan û hejmarek têrorîst li Cenî Elbadî, Ebû Cebîlat û Ebû Cenayayê kuştin.

Li gorî vê raporê çend baregehên têrorîstên DAIŞ`ê di encama êrişa hewayî ya balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê li taxên Xemîsîye, Cabir, Salim Hemad, Meydan û Nemîsê li derdora başûra Reqayê da hatin jinavbirinê.

Çavkanîyên nûçan jî ragihandin ku artêşa Sûrîyê çend têrorîstên DAIŞ`ê ku dil hebûn êrişî navendeke leşkerî li devera Meqabirê bikin, kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu