NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestiya artêşa Sûriyê li ser pişka başûrî ya El Hecer El Eswedê li dorhêla Şamê

Hêzên artêşa Sûriyê li dewama pêşveçûnên xwe li dorhêla Şamê karîn li pişka başûrî ya El Hecer El Eswedê serdest bibin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a SANA`yê, di encama operasyona dijî terorîstî ya artêşa Sûriyê li başûrê Şamê, bi dehan tekfîrî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Hêzên sûrî herwiha hejmareka zav a bombeyên ku li pişka El Hecer El Eswedê hatine danîn, peyda kirine û pûç kirine.

Dewleta Sûriyê piştî ku terorîstan başûrê Şamê vala nekirin, operasyona azadkirina navçeyên Yermûk û El Hecer El Eswedê destpê kirin.

Artêşa Sûriyê piştî azadkirina Dûmayê, ku navçeya dawîn a ku di destê terorîstan da meye ye, bona derxistina terorîstên li başûra Şama paytext li Xûteya Rojava, bicih bûne.

Başa dön tuşu